• Sunday, 08 February 2026
logo

KURDISTAN – 142 kes bi koronayê ketin û kesek jî mir

KURDISTAN – 142 kes bi koronayê ketin û kesek jî mir
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di heyama 24 saetên dawiyê de 142 kes bi koronayê ketin û kesek jî bi koronayê canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê îro 9ê Hezîranê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Covid-19 belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di dema 24 demjimêrên borî de li ser asta Herêma Kurdistanê 142 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin û kesek jî miriye.

Wezaretê da zanîn ku li parêzgeha Hewlêrê 44 tûşbûn, li parêzgeha Silêmanîyê 62 tûşbûn û yek wefat, li Germîyan 33 tûşbûn, li Helebceye 2 tûşbûn û li Duhokê jî 2 tûşbûn hatin tomarkirin.

Wezaret dibêje hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, 13 hezar û 589 kes bûn, niha tenê hezar û 448 kes, li 33 cihên cuda, di kerentînê de man e.

Li gor amarên wezaretê, hejmara tevaya tûşbûyan bi vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê gihişte hezar û 466 kesan, di nav wan de, 28 haletên mirinê hene û 542 nexweş jî baş bûne û niha 896 nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê tevî destxweşiyê bo pizîşik, karmendên tenduristiyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne dike û daxwazê ji welatiyan dike ku pabendê rênimayiyên tendirustî bibin û xwe ji cihên qerebelax dûr bixin.

Rudaw
Top