Helbûsî: Bi hêvî me rola niştîmanî ya Nêçîrvan Barzanî berdewam be
Îro salek di ser sondxwarina Nêçîrvan Barzanî re weke Serokê Herêma Kudistanê derbas dibe.
Serokê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî bi vê helkevtê peyamek pîrozbahiyê ji Nêçîrvan Barzanî re şand.
Mihemed Helbûsî di peyama xwe de dibêje, bi helkevta derbasbûna salekê di ser destbikarbûna we wek posta Serokê Herêma Kurdistanê re, “dilsoztirîn pîrozbahiyan li we dikim, ji bo serkirdayetî, zanayî û hevsengiya we li Herêma Kurdistanê.”
Helbûsî behsa rola Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsgirêkan de dike û dibêje: “Birêz Serok, em hêvî dikin ew rola we ya niştimanî berdewam be, ji bo derbaskirina wan zehmetiyên ku Iraq niha tê re derbas dibe, û nerîneke nû û çalak bo hevkarîkirinê çêbibe.”
Di beşeke din a peyama xwe de, Helbûsî ji Nêçîrvan Barzanî re dibêje: “Di rûbirûbûna astengiyan de, bi rihekî geşbîn û hizreke plankirî, xwestek û îradeya we jibo hevkariya ligel Bexdayê di çarçoveya destûrê de ye.”
Serokê Parlamentoya Iraqê herwiha hêvî dike, ku Serokê Herêma Kurdistanê di “ximzetkirina gelê Kurdistanê” û “bilindkirin û geşedana herêmê” de serkevtî be.
Rudaw
