• Friday, 30 January 2026
logo

Artêşa Sûriyê dest danî ser Deriyê Yerubiye

Gulan Media January 21, 2026 Nûçe
Artêşa Sûriyê dest danî ser Deriyê Yerubiye

 Îro 21.01.2026ê li gor belavbûn a hin girte videoyan, aşkera dibe ku artêşa Sûriye ya Erebî dest daniye ser deriyê sînorî yê Yerubiye ya hemsînorê Iraqê.

Di torên civakî de çend video hatin belavkirin ku aşkera dibe îro ber bi sibehê ve hêzên artêşa Sûriyê geheştine gundên Tel Mexer, Ebû Keber û Hezûmiye li Cebel Ebdulezîz yên li gundewarên başûrê Hesekê, herwaha deriyê Yerubiye ya li parêzgeha Hesekê jî nîşan didin ku control kirine.

 

Bi awayekî giştî, navçeya bakurê rojhilatê Sûriyê îro Çarşemê aramiyekî tejî tirs û xof lê xuya dike û piştî çend roj şerên giran di navbera hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê û HSDê de, lû piştî rêkeftina agirbestê û rêkeftina destpêkê bo ji nû ve rêxistinkirina control û rêveberiya navçeyê. 

 

Rudaw

Top