• Sunday, 08 February 2026
logo

Erdogan 41 waliyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê guhertin

Erdogan 41 waliyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê guhertin
Bi biryara Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan 41 parêzgarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine guhertin.

Biryar şeva bihorî hatiye dan û îro Çarşemê di saetên serê sibehî de, di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hatiye belavkirin.

Erdogan bi vê biryarê, cihên 23 parêzgaran guhert û 18 kesên nû jî weke parêzgar destnîşan kirin. Di çarçoveya vê biryarê de, waliyên 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî hatine guhertin.

Li gor agahiyan, bi vê biryara Serokomarê Tirkiyê, waliyên parêzgehên Semsûr, Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Sêrt, Gimgim, Erzincan, Xerpêt, Agirî û Idirê yên Bakurê Kurdistanê hatine guhertin.

Li Tirkiyê parêzgar ji aliyê hikûmetê ve tên destnîşankirin û weke bilindtirîn nûneratiya dewletê li parêzgehê ye, lê serokê şaredariyan ji aliyê xelkê ve û bi rêya hilbijartinan tên hilbijartin.

Rudaw
Top