• Sunday, 08 February 2026
logo

Komîteya rûbirûbûna Koronayê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive

Komîteya rûbirûbûna Koronayê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive
Komîteya rûbirbûna vîrusa Koronayê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Televîzyona K24 ragihandiye, komîteya rûbirûbûna vîrusa Koronayê ya hikûmeta Kurdistanê îro dicive.

Li gorî agahiyan, di civînê de ku bi serokatiya serokê hikûmetê tê kirin, rewşa dawî û tedbîrên ku li hember belavbûna Koronayê hatine girtin û tên girtin, tên nirxandin.

Ev civîn di demekî de tê kirin ku ev çend roj in hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine û pê mirine, gelekî zêde bûye.

Top