Berpirsekî PDKê: Hatina ereban û kesûkarên DAIŞê bo Kerkûkê berdewame
Îro 09.06.2020ê koordînatorê baskê Kerkûkê yê PDKê û berpirsê ofîsa ragehandina heman baskê PDKê Merîwan Celal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gell belavbûna vîrusa korona, hatina ereban û kesûkarên DAIŞê bo Kerkûkê berdewame û bi ereb kirina Kerkûkê ya piştî 16ê cotmeha 2017ê heta naha jî berdewame. Naha eger mirov lê binêre pêkhateya bi bandor a Kerkûkê jî bikî mirov baş dibîne ku çi ereb kirinekî bihêz di saziyan de heye û pir kêm kesên kurd tên dîtin li saziyan, ku berpirsên beş an jî rêveber be. Herwaha eger li bazara Kerkûkê jî mirov binêre bi temamî hest dikî ku bajar hatiye erebî kirin û tejî bûye ji erebên derve ve anîne û erebên resen jî gazindê dikin ku îdareya bajar ji aliyê ewlehiyê û niştecîhbûnê ve nikare pirsgirêkan çareser bike.’’
Herwaha got: ‘’Kar tê asan kirin bo erebî kirina Kerkûkê û hikûmeta Iraqê jî piştevaniyê lê dike û îdareya hatiye sepandin jî rê ji wan ereban re dide û bi dilê xwe xaniyan li ser erdên hikûmetê çêdikin û berdewan jî kurd bajar bicîh dihêlin, ereb jî berdewam ji cîhên cuda ve tên li Kerkûkê bicîh dibin.’’
Basnews
