Umêd Xoşnav: Ez amade me wan belgeyan bidim dadgehê
Parlementerê Kurdistanê û serokê firaksyona PDKê, Umêd Xoşnav duhî gotibû, belge di destê wî de hene ku nîşan didin hinek kes bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê hatine kirin da ku rêjeya pêketiyên Koronayê zêde bibin! Bi wê yekê dixwazin hikûmetê tengav bikin.
Piştî wê daxuyaniya Umêd Xoşnav, parlementerekî Gorran daxwaz kiribû Xoşnav wan belgeyan bide dadgehê.
Li ser vê mijarê, Umêd Xoşnav ji BasNewsê re got, ez amade me belgeyan bidim dadgehê û gelekî jî kêfxweş im ku dadgeh û dozgeriya giştî vê mijarê bişopînin.
Serokê firaksyona PDKê her wiha got, ne tenê ew divê tevahiya komîsyonên pêwendîdar yên parlementoyê jî li dû vê mijarê bin, çimkî hinek kesan mijara Koronayê kirin siyasî û li dijî welatî û hikûmetê bikar anîn. Loma divê ew bên dadgehîkirin.
Basnews
