Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên Zêwe hertim di bîra me de zindîne
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 35mîn salvegera bordiman kirina kempa Zêwe de peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de yaku li twitterê belav kiriye nivîsandiye; Bi rêzdarî şehîdên Zêwe bi bîr tînin, serê rêzdariyê li hember şehîdên Zêweyê ku di roja 9 Hezîrana 1985an de jiber bordimana kempê ji aliyê rejîma besê ve şehîd bûne, di tewînim.
Di êrîşê de hijmareke zêde zarok, jin û kesên medenî yên bê tawan şehîd bûn, ev şehîdên han hertim bi bîra me de zindîne.
