• Tuesday, 03 February 2026
logo

Xwenîşander çûne hember Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê

Gulan Media January 19, 2026 Nûçe
Xwenîşander çûne hember Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê

Li dijî êrîşên Şamê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, xwenîşander bi bilindkirina alaya Kurdistanê çûne hember Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê û ji Amerîkayê xwest ku, li dijî êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê bê ser xetê.

Hejmareka mezin a welatiyên bajarê Hewlêrê îşev (Duşem, 19.01.2026) bi hilgirtina alaya Kurdistanê derket ser cadeyan û ber bi avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ve meşiya.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li cihê wê kombûn û xwenîşandanê got ku, ew kombûn wek bertekekê ye li hember wê rewşa ku di çend roj û hefteyên borî de li Rojavayê Kurdistanê peyda bûye.

Li gorî zanyaran, welatî bi timbêlan û bi pêyan ber bi avahiya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê ve meşiyan, da ku nerazîbûn û nîgeraniyên xwe li ser êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar bikin.

Xwenîşanderan alaya Kurdistanê bilind kir û drûşmên piştgiriyê ji bo yekrêzî û parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê digotin.

 

K24

Top