Civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera bê encam bû
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê bi fermî belav kir ku civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera ya li Şamê bi dawî bûye û civîn bê encam bûye.
Endama Rêveberiya Danûstandinên li gel Şamê Fowza Yusif behsa civîna di navbera Şera û Ebdî kir û got: ‘’Civîn bê encam bûye.’’
Herwaha diyar kir ku Şera daxwaz kiriye ku HSD xwe hilweşîne û rewşa Kurdan jî vegere berî sala 2011ê ango rewşa berî şerê navxwe yê Sûriyê û li hember wê jî Mezlûm Ebdî ew yek red kiriye.
Herwaha got, Şera daxwaz kiriye ku Kurd bi temamî divê xwe radest bikin û li hember wê Mezlûm Ebdî jî ew yek red kiriye.
Ji aliyekî din ve HSDê li ser medya civakî jî belav kir ku Nûnerê Amerîkayê yê karûbarên Sûriyê Tom Barrack sozên xwe yên dabû paşde gav avêtiye, ku ragehandibû Kurd li Rojavayê Kurdistanê dê bixwe xwe birêve bibin û hêzeke leşkerî ya wan bixwe dê hebe.
