Tenduristîya Silêmanîyê: Rewşa tenduristîya 20 tûşbûyên Koronayê ne cêgîre
Hêriş Seyîd Selîm, cêgirê rêveberê Tenduristîya Silêmanîyê, ku dengoya mirina wî bi sedema Koronayê di mêdyayên civakî de belav bûye, tevî ku ew dengo bi direw da zanîn got jî: Niha wan nexweşxaneyek taybet kirine bo wan tûşbûyên Koronayê ewên rewşa tenduristîya wan ne ya cêgîre, daku bi çirî û hûrî çavdêrîya tenduristîya wan bihête kirin.
K24
