• Sunday, 08 February 2026
logo

KURDISTAN – Di heyama 24 saetan de 133 haletên koronayê hatin tomarkirin

KURDISTAN – Di heyama 24 saetan de 133 haletên koronayê hatin tomarkirin
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di heyama 24 saetên dawiyê de 133 bi koronayê ketine. Hejmara kesên ji ber koronayê canê xwe ji dest dane jî gihîşt 24 kesan.

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê amarên rojane yên haletên koronayê belav kirin û ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 133 haletên nû yên pêketina koronayê hatin tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê di heyama 24 saetan de hezar û 774 testên koronayê hatine kirin û encama testa 133 kesan pozîtîv bûye.

Wezareta Tendirustî dibêje, 91 ji wan nîştecihê Silêmaniyê ne, 39 nîştecihê Hewlêrê û 3 ji wan jî li Duhokê bûne.

Li gor daneyên wezaretê ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê, 87 hezar û 590 testên koronayê hatine kirin.

Her ji destpêka derketina vîrusê ve heta niha 12 hezar û 815 kes di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna koronayê de hatine kerentînekirin û niha jî 776 kes di kerentînê de ne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê hezar û 222 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wê hejmarê jî 448 kes baş bûne û 24 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top