KURDISTAN – Di heyama 24 saetan de 133 haletên koronayê hatin tomarkirin
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê amarên rojane yên haletên koronayê belav kirin û ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 133 haletên nû yên pêketina koronayê hatin tomarkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê di heyama 24 saetan de hezar û 774 testên koronayê hatine kirin û encama testa 133 kesan pozîtîv bûye.
Wezareta Tendirustî dibêje, 91 ji wan nîştecihê Silêmaniyê ne, 39 nîştecihê Hewlêrê û 3 ji wan jî li Duhokê bûne.
Li gor daneyên wezaretê ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê, 87 hezar û 590 testên koronayê hatine kirin.
Her ji destpêka derketina vîrusê ve heta niha 12 hezar û 815 kes di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna koronayê de hatine kerentînekirin û niha jî 776 kes di kerentînê de ne.
Heta niha li Herêma Kurdistanê hezar û 222 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wê hejmarê jî 448 kes baş bûne û 24 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
