• Saturday, 31 January 2026
logo

Ajansa Hawarê ya nêzîkî HSDê: Peymana ku ji aliyê Ehmed Şera ve hatiye ragihandin encama civîna li Hewlêrê ye

Gulan Media January 19, 2026 Nûçe
Ajansa Hawarê ya nêzîkî HSDê: Peymana ku ji aliyê Ehmed Şera ve hatiye ragihandin encama civîna li Hewlêrê ye

Ajansa nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk radigehîne ku ew rêkeftina ku îro roja yêkşemê ji aliyê Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera ve hatiye ragehandin, encama civîna li Hewlêrê ye, ku bi hewla Serok Barzanî hat encamdan.

Duh roja şemiyê li Pîrmamê civînek bi amadebûna Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û şandeke Rojavayê Kurdistanê li aliyekî û Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê birêve çû. Lê şer û pevçûn bi dirêjahiya şeva borî heta êvara roja yêkşemê di navbera HSD û milîsên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyê de berdewam bû.

Êvara yêkşemê Ehmed Şera bi fermî rêkeftina li gel Mezlûm Ebdî ragehand ku li gor rêkeftinê şer tê rawestandin û tevahiya pirsgirêkan li gel HSDê dê bên çareserkirin.

Di vê derbarê de ajansa nûçeyan a “Hewar” belav kiriye ku ew rêkeftin, duh di civîna li Hewlêrê de hatiye kirin, lê îro Ehmed Şera ragehandiye.

 

Basnews

Top