• Sunday, 08 February 2026
logo

Artêşa Iraqê bi tundî bersiva xwepêşanderên sînorê Gulale da

Artêşa Iraqê bi tundî bersiva xwepêşanderên sînorê Gulale da
Îro 07.06.2020ê careke din gundiyên sînorê bajarokê Gulale (Celewla) ya ser bi qeza Xaneqînê ji ber xirabiya rewşa ewlehiya navçeya wan, dest bi xwepêşandanê kirin û nerazîbûna xwe anîn ziman. Lê li hember vê yekê artêşa Iraqê bi awayekî tund bersiva wan da.

Wek kesayetekî şahidên bûyeran Luqman Palanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro gundiyên sînorê bajarokê Gulale careke din bo dabîn kirina aramî û parastina rewşa ewlehiya navçeya xwe dest bi xwepêşandanê kirin, lê ji aliye hêzên artêşa Iraqê ve bi zora hêza leşkerî ve hatin belav kirin.’’

Herwaha got: ‘’Xwepêşandanên îro yên hemwelatiyan piştî wê yekê pêkhatin ku roja îna borî bi heman awayî xwepêşandan birêve çûn û rêya Kurdistanê ya bo Bexdayê daxistin. Lê hîn bersiva daxwazên xwe ne wergirtine, ku hêzeke qahîm bo navçeyê bê anîn û pêkanîna hêzê ji ciwanên Îslah û Şêx Bawe bo parastina ewlehiyê.’’

Endamê kurd ê encûmena şaredariya Gulale Beşîr Ebdula jî ji basnewsê re ragehand: ‘’Hemwelatiyên navçeyê baweriya wan bi hêzên Iraqê nemaye û berdewam dibin armanc.’’

Herwaha diyar kir, tenê vegera Pêşmerge dê aramiyê qahîm bike li navçeyê.

Hêzên artêşa Iraqê rê ji çapemeniyê re nedan ku weşana xwepêşandanê bikin, lê hin ji xwepêşanderan bi telefonên xwe wêneyên wan leşkeran girtin ku li xwepêşanderan didin.

Basnews
Top