• Sunday, 08 February 2026
logo

Çavuşoglu pîrozbahî li Fuad Husên kir

Çavuşoglu pîrozbahî li Fuad Husên kir
Wezîrê Derve yê Tirkiyê di peywendiyeke telefonî de ji ber destbikarbûna wî weke Wezîrê Derve yê Iraqê pîrozbahî li Fuad Husên kir.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonî li gel Fuad Husên encam da ku duh weke Wezîrê Derve yê Iraqê hatibû hilbijartin.

Li gor zanyariyan di wê peywedniyê de, Çavuşoglu ji ber erka wî ya nû pîrozbahî li Fuad Husên kir.

Li parlamentoya Iraqê duh ji bo bawerîdana bi berbijêrên 7 postên wezaretên kabîneya Misfeta Kazimî, civînek birêve çû û di encama dengdanê de bawerî bi her 7 berbijêran hat dayîn ku yek ji wan Fuad Husên bû û bû Wezîrê Derve yê Iraqê.

Rudaw
Top