• Sunday, 08 February 2026
logo

Sê sal ser biryara encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê re derbas bûn

Sê sal ser biryara encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê re derbas bûn
Sê sal bi ser biryara encamdana referandoma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê re derbas bû.

Sê sal berî naha ango roja 7 Hezîrana 2017, nûnerên piraniya partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di bin serokatiya Serok Barzanî de civiyan û biryarek dîrokî ya encamdana referandoma serxwebûnê dan.

Di wê civîna dîrokî de biryar hat dayîn ku roja 25 Îlona 2017 referandom were kirin. Wê yekê kêfxweşiyek mezin xist nav dilê kurdan li her dera Kudistan û cîhanê.

Di civîna referandomê de ev partî beşdar bibûn:

PDK, YNK, Yekgirtû, Bizava Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Şûî, Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê, Partiya Karkir û Rêncberên Kurdistanê, Partiya Reform û Pêşketinê ya Kurdistanê, Tifaqa Turkmenên Hewlêrê, Eniya Turkmenên Iraqê, Partiya Geşedanê ya Turkmenan, Tifaqa Ermenî ya Kurdistanê, Bizava Demokratîk ya Aşûrî, Encumena Netewî ya Kildan-Aşûrî.

Referandom di wext û roja xwe de hat kirin û gelê Kurdistanê bi rêjeya zêdetirî %92 deng dan serxwebûna Kurdistanê.

Basnews
Top