Wezîrê Derve yê Behrênê pîrozbahî li Fuad Husên kir
Li gorî medyaya Behrênê, duhî êvarê wezîrê derve yê Behrênê Ebdulletîf bin Raşid Ziyanî telefona wezîrê nû yê derve yê Iraqê Fuad Husên kir û pîrozbahî lê kir.
Li gorî agahiyan, Ziyanî hêviya serkeftinê ji Fuad Husên re xwatsiye û gotiye, ew hêvîdar in di dema wezîrtiya Fuad Husên de pêwendiyên Behrên û Iraqê baştir bibin.
Basnews
