• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Tendirustî: Zêdetir ji 30 pizîşk û karmendên tendirustî tûşî koronayê bûne

Wezareta Tendirustî: Zêdetir ji 30 pizîşk û karmendên tendirustî tûşî koronayê bûne
Li Herêma Kurdistanê beşek pizîşk û karmendên nexweşxaneyên taybet bi koronayê, tûşî wê vîrusê bûne.

Ji roja 1ê Adarê ve ku yekem haleta tûşbûna bi vîrusa koronaya nû Covid-19 li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin, li gel zêdebûna hejmara pêketî û qurbaniyên koronayê, metirsiya tûşbûna pizîşk û karmendên tendirustî jî zêde dibe.

Saman Berzincî, Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê dibêje, “her pizîşkê bixwaze pişkinên bo tûşbûyên koronayê bike, divê maske, berçavka taybet û destkêş bikar bîne. Ew tiştên ku ji bo nexweşekê tên bikaranîn jî tên avêtin.”

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê jî hejmara wan pizîşk û karmendên tendirustî aşkere kir ku heta niha tûşî vîrusa koronayê bûne.

Dr. Mihemed Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand, “Zêdetir ji 30 karmendên tendirustiyê tûşî vîrusa koronayê bûne. Çiqas pizîşk û karmendên tendirustî zêdetir tûşî vîrusê bibin, karîgerî zêdetir li ser kertê tendirustî çê dibe.”

Her çiqas pizîşk û karmendên nexweşxaneyên taybet bi koronayê bi şêweyekî shift dewam dikin û kerestên taybet ên xweparastina ji koronayê bikar tînin, lê dîsa jî tûşî koronayê dibin.

Yekem car li nexweşxaneya Asa karmendên tendirustî tûşî koronayê bû û paşê jî li nexweşxaneyên din û nexweşxaneya Şoreşê jî karmendên tendirustî tûşî koronayê bûn.

Roja Şemiyê jî Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê tûşbûna pizîşkek û karmendekî tendirustî bi vîrusa koronayê li Germiyanê ragihand.

Dr. Gelawêj Ubêd, Endamê Lijneya Karûbarên Tendirustî li Parlamentoya Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, “Destpêkê hinek pizîşkên me li kilînekan tûşî koronayê bûn ku doktorekî çav û doktorekî hinav bûn û niha jî baş bûne. Lêbelê ji ber çareserkirina nexweş û berkeftiyan, hejmareke pizîşk û perestaran jî tûşî vîrusa koronayê bûn.”

Ew endamê Lijneya Karûbarên Tendirustî li Parlamentoya Kurdistanê, dibêje, “Wezareta Tendirustî hemû rêkarên bo parastina stafê nexweşxaneyên koronayê amade kirine.”

Dema ku nexweşên koronayê zêde bin, karmend û pizîşk jî li gel nexweş berkeftina wan zêdetir dibe, li gor gotina pizîşkan, wisa baştir e ku cihek bo wan bê çêkirin li şûna ku biçin malê, heta ku rewş asayî dibe ji bo berkeftî kêmtir bin ku ev jî li hinek welatan tê cîbicîkirin.

Li gor dawîn amarên Wezareta Tendirustiyê, li Herêma Kurdistanê heta niha 1,182 kes tûşî vîrusa koronayê bûne, ji wê hejmarê jî 448 kes baş bûne û 20 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top