Sancar mercê HDPê bo hevpeymaniyên hilbijartinê aşkere kir
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, di çarçoveya `Hevdîtinên Tigrîsê` de ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DITAM) ve hatibû organîzekirin, ji ber Covid-19ê bi rêya Zoom Platformê ligel nûnerên rexistinên civaka sivîl û rojnamevanên herêmê civiya.
Sancar behsa serkeftina HDPê ya di hilbijartinên 7ê Hezîranê de kir û got, ev serkeftin bû sedem ku aliyê nîjatperest-rastrew bikeve tevgerê. Sancar, da zanîn ku şeva 8ê Hezîranê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî fîşeka nîşaneya pêşhateyên îro avêtiye.
Sancar, behsa armancên damezrandina HDPê kir û got: “Di hilbijartinan de em ji hevpeymaniyan re vekirî ne, lê take mercê me muxatabiyeke yeksan e. Bila kes me wek hêzeke yedek nebîne. Em nakevin nav hevpeymaniyeke ku destkeftên wê nehatibin destnîşankirin.”
Hevserokê Giştî yê HDPê tekez kir ku li cihekî HDP di nav de nebe krîza heyî ya civakî û birêvebirinê nayê çareserkirin û got: “Eger normalbûn tê xwestin bo vê yekê HDP aktorekî girîng e.” Derbarê yekîtiya neteweyî ya Kurdan de jî Sancar got: “Gelekî ku hebûna wî di bin gefê de ye, xwe bi mekanîzmayên diyalog û helwêsteke hevbeş bîne ziman girîng e.”
Rudaw
