• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya nûnerê Donald Trump bo karûbarên Sûriyê û balyozê Amerîkayê li Tirkiyê kir

Gulan Media January 17, 2026 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya nûnerê Donald Trump bo karûbarên Sûriyê û balyozê Amerîkayê li Tirkiyê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 17.01.2026, li Pîrmamê pêşwaziya nûnerê Donald Trump bo karûbarên Sûriyê û balyozê Amerîkayê li Tirkiyê Tom Barrack û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdar bû, Tom Barrack silav û rêzên Serok Trump ji Serok Barzanî re gihand û rola Serok Barzanî di pêvajoya aştiyê û aramkirina bûyerên dawî yên li Sûriyê de nirxand.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û pêşkeftinên dawî yên di qadê de de jî hatin nîqaşkirin û hat tekez kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê diyalog, têgihîştin û rêbazên aştiyane were kirin.

 

Di beşek din a hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya Amerîka kir ji bo rola wê di alîkariya aliyên Sûriyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û tekez kir ku divê mafên gelê Kurd di pêşeroja Sûriyê de werin garantîkirin.

 

Basnews

Top