Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack civiyan: 'Divê mafên Kurdan bên parastin'
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack qebûl kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro êvarê bi Nûnerê Amerîkayê ê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û şandeya pê re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de rewşa Sûriyeyê û guherînên dawî yên li qadê û yên siyasî hatin nirxandin.
Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku rêbazên leşkerî pirsgirêkan çareser nakin û ji bo gihîştina aştî û aramiyê divê hemû alî berê xwe bidin diyalog û lihevtêgihiştinê.
Pesnê rola Herêma Kurdistanê
Şandeya mêhvan pesnê rol û hewldanên dîplomatîk ên Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê da ku ji bo navbeynkariya di navbera aliyan de, kêmkirina rageşiyê û rêlibergirtina berfirehbûna aloziyan xebatan dikin.
"Divê mafên Kurdan bên parastin"
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya rola çalak a Amerîkayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir û tekezî li ser parastina mafên hemû pêkhateyan kir û got:
"Pêwîst e di paşeroja Sûriyeyê de mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan parastî bin."
Girîngiya çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê ji bo aştî û aramiya herêmê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û bipêşketinên dawî yên herêmê jî di civînê de hatin gotubêjkirin.
Rudaw
