Mesrûr Barzanî û Tom Barrack rewşa giştî ya herêmê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17.01.2026, ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyê û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê Tom Barrack civiya.
Di hevdîtinê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Wendy Green jî amade bû, guftûgo li ser rewşa giştî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û peywendiyên bi welatên cîran re hatin kirin.
Herwiha di civînê de, tekezî li ser giringiya çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û rêzgirtin li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Basnews
