Li Silêmaniyê 4 nexweşên Koronayê canê xwe jidest dan
Wezareta Tenduristiyê belav kir, îro 4 nexweşên Koronayê li Silêmaniyê canê xwe jidest dan, ku li nexeweşxaneyê di bin çavdêriya tenduristiyê û amûreya henasedana destkird de bûn.
Diyar kir jî, ewên îro canê xwe jidest dane, peyayek û 3 jin bûn û xelkê bajarê Silêmaniyê bûn.
Wezareta Tenduristiyê sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dike û hêvî ji welatiyan dixwaze pabendî rênimayên tenduristiyê bibin.
K24
