• Sunday, 08 February 2026
logo

WHO hayedarî da Îraqê

WHO hayedarî da Îraqê
dibêje pêla dudiyan li welatên cîran yên Îraqê destpê kiriye
Saziya tendirostiya cîhanî ya bernas bi WHO derbarê pêla duyem ya Koronayê de huşdarî da Îraqê.

Nunerê WHO yê li Îraqê Edhem Îsmaîl huşdarî da Îraqê û ragihand ku pêla dudiyan ya Koronayê yaku li Îran, Siûdiye û Tirkiyeyê destpê kiriye vê li Îraqê jî destpê bike.

Nav hatî behsa vê yekê kiriye ku pêla dudiyan vê gelek dijwartir ji pêla yekem be û heta dîtina vaksînê jê re, vê bidome.

Îsmaîl eşkere kiriye ku lazime Îraq gelek huşiyar be jiber ku pêla dudiyan li welatên cîran yên Îraqê yên weke Tirkiye, Îran, Siûdiye û Kuwaitê destpê kiriye.
Top