HSD: Hêzên Şamê beriya temambûna vekişînê ketin Dêr Hafirê
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hikûmeta demkî ya Şamê madeyên rêkeftinê binpê kirine û beriya ku vekişîna şervanan temam bibe ketiye bajarên Dêr Hafir û Meskeneyê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gorî rêkeftina ku di bin çavdêriya navneteweyî de hatibû kirin, diviyabû kom û komikên çekdar ên hikûmeta Şamê piştî temambûna vekişîna hêzên HSDyê biketana bajarên Dêr Hafir û Meskeneyê yên rojhilatê Helebê.
Hat destnîşankirin ku Şamê lihevkirin binpê kiriye û beriya ku vekişîna şervanan bi dawî bibe ketiye wan bajaran.
HSDyê hişyarî da ku vê yekê rewşeke "gelekî xeter" çêkiriye û dibe ku encamên wê yên metirsîdar hebin.
Li ser vê yekê, HSDyê bangî hêzên navneteweyî yên ku çavdêriya rêkeftinê dikin kir ku bilez destwerdanê bikin da ku pêbendbûna bi madeyên rêkeftinê were misogerkirin û rê li ber xirabbûna rewşê were girtin.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihandibû ku ew dê ji bo nîşandana niyeta baş û li ser daxwaza navbeynkaran vekişin rojavayê Çemê Feratê.
Lê daxuyaniya nû ya HSDyê nîşan dide ku hêzên Şamê li benda wê saetê nemane û zû tevgeriyane.
