• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê peyameke sersaxiyê belav kir

Gulan Media January 17, 2026 Nûçe
Serokê Hikûmetê peyameke sersaxiyê belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya dayika parlamenterê Iraqê Samî Oşana, peyameke sersaxiyê weşand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Çileyê di peyama xwe de sersaxî li parlamenterê Iraqê Samî Oşana û malbata wî kir û diyar kir ku ew hevparê xema wan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Ji bo wexera dawî ya dayika we, ez sersaxiyê li malbata we ya birêz dikim û hevparê xema we me. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wê bi bihuştê şad bike û sebir û hedarê bide we."

 

 

Top