• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Iraqê 1,252 kes tûşî koronayê bûn û 33 jî pê mirin

Li Iraqê 1,252 kes tûşî koronayê bûn û 33 jî pê mirin
1 hezar û 252 kesên din li Iraqê bi korona ketin , û 33 kesên din jî bi Vayrosê canê xwe jidest dan.

Wezareta tendirustî ya Iraqê ragehand , di 24 demjmêrên bûrî de zêdetir ji 12 hezar pişknîn hatine encam dan , û derencam hezar û 252 kesên din bi korona ketin , piraniya kesên bi korona ketine li Bexdayê ne, 663 tûşbûn e , û yên din jî li tevaya parêzgehên Iraqê ne.

Ligorî wezaretê , di wê heyamê de 336 kesên din ji korona baş bûn e , û 33 kes jî bi korona canê xwe jidest dan e.

Bi giştî , hejmara kesên li Iraqê bi korona ketine gehişte 11 hezar û 098 kesan , ji wê hejmarê 34 hezar û 904 kes baş bûn e û 318 kes jî canê xwe ji dest dane.

Basnews
Top