• Friday, 30 January 2026
logo

Farhan Haq: Ji ber şerê li Helebê 58 hezar kes hîn jî koçber in

Gulan Media January 16, 2026 Nûçe
Farhan Haq: Ji ber şerê li Helebê 58 hezar kes hîn jî koçber in

 Farhan Haq ji Rûdawê re ragihand ku ji ber şer û pevçûnên dawî yên li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê 58 hezar kes hîn jî koçber in.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq diyar kir ku ji bo alîkariya koçberên li Heleb, Efrîn û Îdlibê, 2,5 milyon dolar hatiye terxankirin.

Farhan Haq derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got:

"Hevkarên me yên mirovî ji me re dibêjin ku heta doh nêzîkî 58 hezar kes hîn jî koçber in.

Nêzîkî 90 hezar kesên din piştî pevçûnên vê dawiyê yên li bajarê Helebê vegeriyane malên xwe."

Haq destnîşan kir ku ew û hevkarên xwe di pêşkêşkirina xwirek, piştgiriya derûnî-civakî û alîkariyên din ji bo malbatên koçber û yên vedigerin de berdewam in.

Farhan Haq eşkere kir ku Fona Mirovî ya Sûriyeyê û Fona Alîkariyên Navneteweyî yên li ser sînorê Sûriyeyê, 2,5 milyon dolar ji bo rêxistinên sivîl ên xwecihî terxan kirine.

Ev alîkarî ji bo gihandina pêdiviyên lezgîn û girîng ên ji bo kesên ku li Heleb, Efrîn û Îdlibê koçber bûne hatiye terxankirin.

Astengiyên li pêşiya vegerê

Pêşkêşkarê Rûdawê Namo Ebdulla ji Farhan Haq pirsî, "Gelo tîmên we ji we re dibêjin ka çima ew hîn jî koçber in? Gelo ti astengî hene?"

Farhan Haq wiha bersiv da:

"Pirsgirêk ew bûye ku ew ji ber şer û pevçûnên vê dawiyê ji cih û warên xwe hatine derxistin û koçber bûne.

Bê guman vegera li mal û halên xwe karekî zehmet e, heta piştî rawestandina şer jî."

Haq diyar kir ku ew heta ku destê wan digihêje xelkê alîkariyê pêşkêşî wan dikin û anî ziman:

"Lê eşkere ye ku hinek ji wan tenê dikarin vegerin dema ku aramî û ewlehî vegere wan navçeyên ku şer lê bûye."

 

Rudaw

Top