Kurdê Japonê: Polîs 9 deqeyan kaboka xwe li ser stoyê min danî
Ew Kurdê ku meha derbasbûyî li paytexta Japonê bajarê Tokyoya sê polîsan tundûtûjî li beramberî wî kirin, ji ajansan re axifiye û dibêje, polîsekî bo dema 9 deqeyan kaboka xwe daniye ser stoyê wî, nikariye bêhna xwe bide û bistîne û eger hevalê wî bi video tomar nekiriba nedizanîn çarenivîsa wî çi dibû.
Xwepêşanderan li Japonê herdu dosyayên wî Kurdî û zilamê çermreş ê Amerîkayê kirine yek, niha xwepêşandan berfirehtir bûne û xelk dijî nîjadperestî û êrîşa ser xelkên biyanî nerazîbûnê pêşan didin.
Di dîmenekî vîdeoyî de ku hevalê wî tomar kiriye, ew Kurd di rêde bûye û xwestiye biçe ba pizîşkê diran, ji aliyê sê polîsan ve tê rawestandin, polîs bi ser de diqîrînin û yek ji wan jê re dibêje, “biçe ser erdê”, ew Kurd nahêle otomobîla wî pişkinîn bikin û polîs jî wî didin ber pehînan.
Bûyer sê roj berî kuştina George Floyd ê çermreşê Amerîkayê bû ku bi destê polîsekî çermspî qewimî.
Niha Kurdê Japonê doz li ser du efserên polîs tomar kiriye û parêzerek bi nave Yaswakî Nara berevaniyê li dosyayê dike. Lê Wêne ji wê mezintir e û Japonî û biyaniyên wî welatî dijî nîjadperestiyê xwepêşandanê dikin û slogan “Nikarin Nefesê Bistînim” bilind dikin.
Rudaw
