• Saturday, 31 January 2026
logo

Rêveberiya Xweser: Deriyên Tebqa, Reqa û Dêrezorê hatin daxistin

Gulan Media January 16, 2026 Nûçe
Rêveberiya Xweser: Deriyên Tebqa, Reqa û Dêrezorê hatin daxistin

Rêveberiya Xweser ji ber sedemên ewlehiyê, biryara girtina hemû deriyên li herêmên Tebqa, Reqa û Dêrezorê da.


Fermandariya Giştî ya Ewlekariya Deriyan a ser bi Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ve, îro 15ê Çileyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, ev biryar piştî pêşhatiyên ewlehiyê yên metirsîdar û biryara Hikûmeta Veguhêz a li Şamê ya ji bo girtina deriyan, hatiye dayîn.

Sedema girtina deriyan

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtina deriyan ji aliyê Şamê ve bûye sedema tengezarî û aloziyeke ewlehiyê ya mezin. Ev rewş rasterast metirsiyê li ser jiyana sivîlan, karker û rêwiyên ku van deriyan bi kar tînin, çêdike. Ji ber vê yekê, ji bo parastina ewlehiya giştî Rêveberiya Xweser ev biryar girtine:

1- Girtina Deriyan: Hemû deriyên di sînorê Tebqa, Reqa û Dêrezorê de heta agahdarkirineke din hatine girtin.

2- Dema Biryarê: Biryar ji dîroka weşandina daxuyaniyê (15ê Çileya 2026an) ve dikeve warê cibicîkirinê.

Rewşên awarte 

Fermandariya Ewlekariya Deriyan diyar kir ku ev biryar du rewşan li derveyî girtinê dihêle:

1- Rewşên Mirovî: Kesên ku rewşa wan a tenduristî an jî mirovî ya awarte hebe, dê karibin derbas bibin.

2- Rêxistinên Mirovî: Rêxistinên mirovî yên fermî û pejirandî dê ji vê biryarê bêpar bin û xebatên wan dê berdewam bikin.

Ev biryar piştî wê yekê tê, Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê di 13ê Çileyê de herêmên Dêr Hafir, Babîrî, Qewas û Meskeneyê wek "herêma leşkerî ya qedexe" ragihandibû û dest bi êrîşên li ser van herêman kiribû.

 

Basnews

Top