Parêzgarê Kirmaşanê: Me gelek 'oganîzatorên aloziyan' desteser kirin
Parêzgarê Kirmaşanê Menûçêhr Hebîbî ragihand ku wan hejmareke zêde ya "organîzatorên aloziyan" desteser kirine ku bi gotina wî "teqe li hêzên ewlehiyê kirine û mizgeft şewitandine."
Menûçêhr Hebîbî her wiha îdia dike ku "ew perwerdekirî bûn da ku hejmara kuştiyan zêde bikin."
Parêzgarê Kirmaşanê ji medyaya fermî ya Supaya Pasdaran a Îranê re got,"Hejmareke zêde ya terorîstan ku organîzatorên aloziyan bûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin."
Menûçêhr Hebîbî ew kes wekî "terorîst û kujer" bi nav kirin û got,"Van terorîstan teqe li hêzên ewlehiyê kiriye, mizgeft û dikanên xelkê şewitandine û xelkê sivîl şehîd kirine."
Li gorî gotina Hebîbî, bi wan kesên hatine desteserkirin re "çek, bêtêl û bombeyên destan hebûne" û pêşbînî dike ku "berê hatine perwerdekirin da ku kiryarên terorîstî bikin û tevliheviyê derxin, armanca wan jî zêdekirina hejmara kuştiyan bûye."
Îro 20 roj bi ser destpêkirina nerazîbûnan re derbas dibin.
Xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bihabûn û rewşa xirab a debara jiyanê, bi mangirtina esnafên Bazara Tehranê dest pê kir û pişt re li hemû parêzgehan belav bû; dirûşm jî ji mijarên aborî guherîn û bûn li dijî desthilatê.
Li aliyê din,Serokê Amerîkayê Donald Trump di çend peyaman de piştgiriya xwe ya ji bo xwenîşanderan nîşan da û got, "Alîkarî tê."
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di vê maweyê de 3 hezar û 428 xwenîşander hatine kuştin.
Li hemberî vê yekê berpirsên Tehranê dibêjin tiştê li kolanên Îranê heye "kiryarên terorîstî ne" û ew dê bi awayekî herî tund rûbirûyê wan bibin.
Rudaw
