• Sunday, 08 February 2026
logo

Nexweşxaneyeka taybet bi tûşbûyên Koronayê li Duhokê hate vekirin

Nexweşxaneyeka taybet bi tûşbûyên Koronayê li Duhokê hate vekirin
Didema 33 rojan de, nexweşxanya Lalav a taybet bi çareserkirina tûşbûyên Koronayê li parêzgeha Duhokê hate vekirin û niha amade ye bo pêşwazîkirinê li tûşbûyên Koronayê.

Di kongiryeka rojnamevanî de, Ferhad Etroşî, parêzgarê Duhokê ragehand, nexweşxaneyeka 100 textî li xwe digire û niha amadeye bo wergirtina nexweşan.

Herweha got: Avahîya nexweşxaneyê bi kiwalîtîyeka serdemîyane hatîye duristkirin û dibe di ayînde de bihête berfirehkirin û qatên din jî bo bihên zêdekirin.

Parêzgarê Duhokê daxwaz ji hevwelatîyan kir, pabendî rênimayîyên tenduristîyê û xweparêzîyê bin.

Ev di demekê de ye, heya niha 97 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li sinûrê parêzgeha Duhokê hatine tomarkirin.

K24
Top