Co Baydin bi fermî bû kandîdê Demokratan bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê
Joseph Biden, Namzetê Partiya Demokratan bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê, dê hevrikiyê digel Serokê Amerîka yê niha Donald Tiramp bike. Namzet û Serokê niha, ji bo Serokatîkirin a bihêztirîn welat li cîhanê dikevin hevrikiyê. Biryar e, hilbijartin li Mijdar a îsal birêve biçin.
Biden derbarê namzetbûna xwe ragihand, bi namzetbuna xwe şanaz e û got, dikarim dawiyê bi alozî û pirsgirêkan bîn im yên, di dema çar salên borî de rûbirûyî civaka Amerîkayê bûn. Da zanîn, niha Amerîka bê serkirdayetî ye û pêwîst e, kesek hebe vê valahiyê tejî bike.
K24
