• Friday, 30 January 2026
logo

Senetor Graham: Her pêşveçûneke ji aliyê Sûriye û Tirkiyê ve ber bi hevpeymanên me yên Kurd ve dê bibe sedema bersiveke tund a Amerîkayê

Gulan Media January 15, 2026 Nûçe
Senetor Graham: Her pêşveçûneke ji aliyê Sûriye û Tirkiyê ve ber bi hevpeymanên me yên Kurd ve dê bibe sedema bersiveke tund a Amerîkayê

Senatorekê Amerîkayî tekez kir ku, divê Hikûmeta Sûriyê li ser destdirêjiyan li ser mafên kêmaniyan li Sûriyê bê haydarkirin û ev nayê qebûlkirin.

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham, ku dostekê nêzîk ê Serokê Amerîkayê Donald Trump e, îro 14.01.2026, li ser tora civakî ya Xê peyamek li ser rewşa Sûriyê belav kir.

Lindsey Graham di peyama xwe de nivîsiye: Ez daxwaza aramkirina rewşa Sûriyê dikim. Hin raportên bawerê hatine belavkirin ku behsa wê yekê dikin ku, hêzên Sûriyeyê zêdetir pêngavan li dijî hevpeymanên me yên Kurd diavêjin. Her pêngaveka bi vî rengî, bi dîtina min dibe sedema wê yekê ku Amerîkayê rengvedaneka tund hebe.

Graham di peyama xwe de herwesa got: Em piştgiriyê didin wê yekê ku derfeteka din bi Sûriyê bê dan, lê em êrîşa li ser hevpeymanên xwe yên Kurd qebûl nakin, ku di şkandina DAIŞê de hêza sereke bûn.

Artêşa Erebî ya Sûriyê li roja Sêşemê (06.01.2026) bi piştgiriya komên çekdar ên Ebû Hemşe û Hemzatê, piştî aloziyên 8ê vê mehê, ji roja 10ê vê mehê ve bi zêdetir ji 40 hezar çekdaran û çekên giran êrîşî her du taxên Kurdan ên Helebê kir. Piştî pênc rojan ji şer û pevçûnan di navbera hêzên Asayîşa HSDê û artêşa Erebî ya Sûriyeyê de, ew her du tax keftin bin destê hêzên Sûriyê.

 

Basnews

Top