• Saturday, 31 January 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Divê Bexda mûçeyên mayî yên 2023 û 2024’an bide

Gulan Media January 15, 2026 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Divê Bexda mûçeyên mayî yên 2023 û 2024’an bide

 Roja 14.01.2026, bi serperestiya Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Civata Wezîran yekemîn civîna xwe di sala nû de pêk anî. Civîn taybet li ser gotûbêj kirina rewşa darayî ya sala 2025 û amadekariyên bo budceya sala 2026’an û pirsgirêka mûçeyên Herêmê yên hatine paşxistin bû.

Derbarî xerckirina mûçeyên ku nehatine şandin de Civata Wezîran tekezî li wê kiriye ku pêwîste Hikûmeta Federal mûçeyên mehên 11 û 12 a sala 2025 û herwaha ew mûçeyên salên 2023 û 2024 ku bêy hinceta yasayî neşandiye, xerc bike ango bişîne. Hikûmetê tekez kiriye ku mûçe mafekî destûriye û têkel kirina wê li gel nakokiyên siyasî ne qanûnî ne.

Di derbarê hinartina petrol û dahatên Ne-Petrolê de wezîrê çavkaniyên xwezayî Kemal Mihemed aşkera kir, Herêma Kurdistanê bi tevahî pêbendî rêkeftina sê alî ya hinartina petrolê bûye û rojane bi gistî 220,000 bermîl petro radestî kompanyaya SOMOyê kiriye û dahata wê çûye xezîneya darayî ya Iraqê û ti pareyekî wê bo xercê veberhênan û bikaranîna wê neşandiye.

Li gorî serjimêriya nû, yek ji mijarên herî girîng ên civînê mijara para herêmê di budçeya 2026an de bû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li gorî encamên serjimêriya herî dawî ya ku ji hêla Iraqê ve hatî kirin, nifûsa Herêma Kurdistana Iraqê ji sedî 14 zêdetir e, ji ber wê jî divê di yasaya budceya sala bê de pişka Herêma Kurdistanê li gorî wê rêjeyê bê dest girtin.

Di derbarê stratejiyeke nû ji bo danûstandinên bi Bexdayê re li ser pêşeroja têkiliyan, Encûmena Wezîran komîteya danûstandinan erkdar kir ku çarçoveyek yasayî ji bo danûstandinên bi partiyên siyasî yên Iraqî re amade bike da ku hikûmeteke federal a nû li ser bingeha mafên destûrî yên herêmê ava bikin. Her wiha wan daxwaza hevahengiyeke tevahî di navbera fraksiyonên Kurd û wezîrên Kurd ên li Bexdayê de kirin da ku mafên darayî yên herêmê werin dabînkirin.

Di dawiya civînê de wezaretên Darayî û Çavkaniyên Xwazayî hatin erkdarkirin ku berdewam bin di cîbicîkirina pêbendiyan de ta ku ti hincetek bo Bexdayê nemîne bo paşxistina şandina mafên darayî yên mûçegiran.

 

 Basnews

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Divê Bexda mûçeyên mayî yên 2023 û 2024’an bide
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Divê Bexda mûçeyên mayî yên 2023 û 2024’an bide
Top