• Saturday, 31 January 2026
logo

Balyozê Fransayê rola Serok Barzanî di kêmkirina aloziyên li Sûriyê de pesinand

Gulan Media January 15, 2026 Nûçe
Balyozê Fransayê rola Serok Barzanî di kêmkirina aloziyên li Sûriyê de pesinand

Roja 14.01.2026ê li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Bexdayê Patrick Durel kir.


Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Jean Brem jî beşdar bû, Balyozê Fransayê li ser rewşa siyasî ya Iraqê, aloziyên herêmî û rewşa Sûriyê kurteyek pêşkeş kir û rola Serok Barzanî di kêmkirina aloziyên li Sûriyê de pesinand.

Di hevdîtinê de her wiha pêvajoya siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, û her wiha hewldanên aliyên siyasî ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hatin gotûbêj kirin.

Têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û hewldanên ji bo berdewamkirin û pêşxistina van têkiliyan mijarek din a hevdîtinê bû.

 

Basnews

Top