• Saturday, 31 January 2026
logo

Şasiwar Ebdulwahîd bi kefalet hat berdan

Gulan Media January 15, 2026 Nûçe
Şasiwar Ebdulwahîd bi kefalet hat berdan

Beriya çend demjimêran Şasiwar Ebdulwahîd, piştî amadebûna wî ya di Dadgehê û temambûna rêkarên yasayî, bi biryara Dozger û bi kefalet hat azad kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê azadkirina Şasiwar piştî wê tê ku îro çarşemê li ser çend dosyayekî yasayî li ber Dozger gotin ango îfadeyên wî hatine wergirtin û piştre biryar hatiye dayîn ku heta dema birêveçûna dadgeha wî bi kefalet were berdan.

 

Heta niha tîmên parêzerên Şasiwar Ebdulwehîd yan jî çapemeniya Tevgera Nifşê Nû, hûrgiliyên zêdetir di derbarê awayê dosyeyan û mîqdara wê kefaleta ku bo hatiye diyarkirin, ranegehandinne.

 

Basnews

Top