• Sunday, 08 February 2026
logo

G20 zêdetir ji 21 milyar Dolar bo rûbirûbûna Koronayê terxan dike

G20 zêdetir ji 21 milyar Dolar bo rûbirûbûna Koronayê terxan dike
Welatên Grûpa-20 (G-20) zêdetir ji 21 milyar Dolar ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê terxan kir.

Welatên pîşesaziyê yên bi navê (G-20) naskirî ne di daxuyaniyekê de aşkere kir, welatên wê grûpên hewla kêmkirina bandorên vîrusa Koronaya nû COVID-19 li ser cîhanê didin û ji bo wê mebestê jî, 21 milyar Dolar ji bo piştevaniya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê terxan kirin.

Pêştir jî, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ragihandibû, ji sedî 60 ji budceya wê ji aliyê Amerîka ve pêk tê, bi vekişîna Amerîka û birîna wê birê pereyan re, ew rêxistin rastî pirsgirêkeke darayî ya mezin dibe.

Serokê Amerîka Donad Trump ragihandibû, welatê wî bi niyaz e pêwendiyên bi Rêxistina Tenduristiya Cîhanê re bibire.

Herwiha got: Ji ber ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê red dike çaksaziyên pêwîst bike, Amerîka bi niyaz e pereyên dide wê, bişîne ji hemû welatên cîhanê re ji bo pêwîstiyên xwe yên tenduristî dabîn bikin.

Ev di demekê de ye, heta niha li seranserî cîhanê zêdetir ji 6.68 milyon kes bi Koronayê ketiye û zêdetir ji 391 hezar kesî canê xwe jidest dane.

K24
Top