Hevserokê DEM Partiyê ji rayedarên Tirkiyê re: Ji bo Xezeyê hêsiran dibarînin û bo Helebê çepikan lê didin, ji ber ku kurdin
Tuncar Bekirhan, hevserokê DEM Partiyê pirsek ji rayedarên Tirkiyê dipirse. Ew wan rexne dike ji ber ku li dijî her destkeftiyek Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ne.
Bakirhan Dibêje: 50 km, li wî milî Şamê ve, li bilindahiyên Golanê, ala welatekî din heye, ew jî Îsraîle, di nav kurahiya Şamê de avahiya serokatiya komara Sûriyê bombebaran kir. Çima ew li ser serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê naaxivin? Lê dema ku mijar dibe kurd behsa serweriya Sûriyê dikin.”
Herwaha behsa wê jî dike: Tiştê ku Îsraîlê duh li Xezeyê kir, li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Kurdan kir. Em hemû durûtiya we dibînin ku hûn ji bo Xezeyê hêsir dirijînin lê ji ber ku mirî Kurd in, ji Helebê re çepikan lê dixin.”
Basnews
