• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Îdlibê êrîşî leşkerên Tirkiyeyê hate kirin

Li Îdlibê êrîşî leşkerên Tirkiyeyê hate kirin
dibêje du leşker jî birîndar bûne
Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Tirkiyeyê, li bajarê Îdlibê êrîşî ser tirimbîleke leşkerî yê Tirkiyeyê hatiye kirin û di encama êrîşê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve behsa vê yekê tê kirin ku aloziyên li Îdlibê hêdî hêdî rengê xwe vediguherin bo şereke dijwar û Rûsye û Sûriye amadekariyên şer dikin. Hewriha Tirkiye û cîhadiyên nêzî Tirkiyeyê jî hêzên xwe yên li deverê kom kirine û êrîşên xwe yên bo ser hêzên rejîmê didomînin.
Top