• Sunday, 08 February 2026
logo

Trump: 2 milyon vaksîn ji bo belavkirinê amade ne

Trump: 2 milyon vaksîn ji bo belavkirinê amade ne
Serokê Amerîka ragihand, di demeke nêzîk de wê encamên baş derbarê vaksîneke dijî Korona de bên ragihandin.

Serokê Amerîka Donald Trump di kongireyeke rojnamevanî de li Koşka Spî ragihand, ku çend kompaniyên dermanan kar li ser dîtina vaksînekê bo Korona dikin û Washington jî amade ye, eger hat û piştrast bû, ku aktîv û bi bandor e, wê veguhêze û belav bike.

Trump derbarê vaksîna dijî Korona de ragihand, kar baş birêve diçin, wê di demeke nêzîk de surprîz hebin, ew amade ne ji bo veguhastin û belavkirina 2 milyon vaksîn eger hat ji aktîvbûn û bandoriya wê pişûtrast bûn.

Trump careke din rexne li Çînê girtin û got, vîrûs ne diyariyeke baş bû ji Çînê. Trump tekez dike ku Çîn agadarî kirîza vîrûsê bû lê hewla rawestandina wê neda.

Trump herweha dipirse, çima vîrûsê tenê li Wuhan derket û li seranserê Çînê belav nebû.

Rudaw
Top