• Saturday, 31 January 2026
logo

Bi serpereştiya Mesrûr Barzanî Civata Wezîran dicive

Gulan Media January 14, 2026 Nûçe
Bi serpereştiya Mesrûr Barzanî Civata Wezîran dicive

 Îro 14.01.2026ê Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de dicive.


Civîn dê li ser du mijarên sereke gotûbêjê bike: mijara yekem, kurteyek ji sala darayî ya 2025an û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê ji bo sala darayî ya 2026an, şopandina Encumena Wezîran ji bo mûçeyên Mijdar û Kanûnê. Tekûzkirina xerckirina mûçeyên mehên sala 2026ê û mafên darayî yên din ên Herêma Kurdistanê di budceya federal de dê bên gotûbêj kirin.

Di mijara duyem de dê li ser pêkanîna serkeftî ya peymana henardekirina petrolê ya sê alî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve di sê mehên dawî yên 2025an de û pêşveçûna berdewamiya pêkanîna peymanê û pêşkêşkirina daneyan û agahdariyan li ser mîqdara petrola ku hatiye henardekirin û dahata bidestketî ya firotina petrola Herêma Kurdistanê ya geheştiye xezîneya Federal a Iraqê gotûbêj bike.

 

Basnews

Top