Wezareta Tendirustî: 29 kesên din li Hewlêrê bi Korona ketin
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxwiyaniyekê de ragihand, li berdewamiya gerîn û pişkinîna li pey gumanlêkirî û pêketiyên vayrosê Korona, 29 pêketiyên din yên Korona li Hewlêrê hatine destnîşan kirin ku 5 zilam, 9 jin, 3 keçên ciwan, 12 zarok in ku 27 ji wan berkeftiyên pêketiyên berê ne û 2 yên din jî nîşanên nexweşiyê hebûn.
Wezareta Tendirustiyê diyar jî kir, her 29 pêketiyên korona rûniştvanên nav bajarê Hewlêrê ne.
