Iraq- 15 kesên din bi Koronayê mirine
Êvara îro roja pêncşemê 04.06.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de li seranserî Iraqê 672 kesên din bi Koronayê ketine û 66 berketî baş bûne û 15 nexweşên Koronayê jî mirine.
Herwiha jimara berketiyên Koronayê bûye 8.840 kes û 4.338 berketyên Koronayê jî baş bûne û 271 kes jî li seranserî Iraqê koça dawî kirine.
Basnews
