• Saturday, 31 January 2026
logo

Serokwezîr Masrûr Barzanî pêşwazî li şanda Amedsporê kir

Gulan Media January 13, 2026 Nûçe
Serokwezîr Masrûr Barzanî pêşwazî li şanda Amedsporê kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, îro 12ê Çileya 2026an pêşwaziya şandeke Desteya Rêveber a Yaneya Amedsporê bi serokatiya serokê yaneyê Nahît Eren kir.

Şanda mêvan di hevdîtinê de kurteyek derbarê kar, çalakî û rewşa yaneya Amedsporê de pêşkêş kir, ku wek yek ji yaneyên pêşeng û serkeftî yên werzişê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tê naskirin. 

Herwiha şandê pesnê Serokwezîr Mesrûr Baranî da ji bo piştgirî û xema wî ya li ser warê werzişê û werzişvanên Kurdistanê, û her wiha ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de.

Serokwezîr Masrûr Barzanî bal kişand ser rola giring a werzişê û werzişvanan di gihandin û pêşxistina peyama aştî, biratî û tebayiya di navbera gelan de. Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li yaneya Amedsporê kir ji bo serkeftinên wan û hêviya pêşkeftineke hîn mezintir ji wan re xwest.

Di dawiya civînê de, Serokê Hikûmetê Masrûr Barzanî careke din piştgiriya xwe ji bo tevgera werzişî û hemû werzişvanan nû kir.

Top