• Saturday, 31 January 2026
logo

Helebce.. Ji bo piştgiriya Kurdên Helebê çalakiyeke cemawerî hat lidarxistin

Gulan Media January 13, 2026 Nûçe
Helebce.. Ji bo piştgiriya Kurdên Helebê çalakiyeke cemawerî hat lidarxistin

Li parêzgeha Helebceyê, wek karvedanekê li dijî êrişên ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, çalakiyeke camewerî hat lidarxistin. Di çalakiyê de peyama piştgirî û yekîtiya neteweyî hat dayîn.

Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasîh îro 12ê Çileyê di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya Kurdan û got: "Peyama me, peyama yekdengî û hevgirtina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ji xwişk û birayên xwe yên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd re dibêjin ku em bi we re ne û piştgiriya we dikin."

Nuxşe Nasîh herwiha hemû cureyên tundûtûjiya li dijî Kurdan şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku ji bo rawestandina van êrişan demildest bikeve tevgerê.

Parêzgara Helebceyê destnîşan kir, Kurd di dirêjahiya dîrokê de ti carî êrişî axa kesî nekiriye û tenê parastina xwe kiriye. Herwiha got: "Em ê bi tundî li dijî vê tundûtûjiyê bisekinin. Em amade ne, çi bi şêweyekî medenî be çi jî bi her awayekî din be, herin wir û wan biparêzin."

Di dawiya axaftina xwe de Nasîh hêvî kir ku çareseriyeke bingehîn ji bo vê rewşê were dîtin: "Divê xebat ji bo rawestandina vê rewşê were kirin, lê em hêvî dikin ku ev rawestandin ne demkî be; divê çareseriyeke bingehîn be da ku careke din xwîna Kurdan neyê rijandin."

Di çalakiyê de welatiyên beşdar jî hestên xwe anîn ziman. Xwenîşanderekî diyar kir ku bûyerên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimîne "karesateke dilsoj" in û got: "Divê em dengê xwe bigihînin cîhanê, da ku ti hêzeke dagirker careke din newêre êrişî Kurdan bike."

Çalakî bi dirûşmên dilsoziya ji bo berxwedana Helebê bi dawî bû.

 
 

K24

Top