• Saturday, 31 January 2026
logo

Li Helebê çarenivîsa 300 kesan ne diyar e

Gulan Media January 13, 2026 Nûçe
Li Helebê çarenivîsa 300 kesan ne diyar e

 Du rêxistinên mafên mirovan ragihand ku çarenivîsa zêdetirî 300 kesî li taxên Kurdan ên Helebê ne diyar e û tê texmînkirin ku hejmar zêdetir be.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku çarenivîsa bi sedan kesên sivîl ên li taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zêd ên Helebê ne diyar e.

Li gorî daxuyaniya her du rêxistinan, di lîsteyên wan de navên zêdetirî 300 kesan hene ku hatine girtin an revandin lê tê texmînkirin ku hejmara rastîn a windayan hezarî derbas bike.

"Revandina bi kom heye"

Birêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo li ser rewşa dawî got:

“Rewş heta niha aloz e û tawanên wekî revandina bi kom a sivîlan tên kirin.

Ciwanên ku temenê wan di navbera 17 û 45 salî de ne, bi hinceta ku berê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûne, tên revandin.”

Dosye tên amadekirin

Birêvebiriya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cumayê jî diyar kir ku ew ji bo şopandina rewşê bi rêya kanalên yasayî dixebitin.

Evîn Cumayê destnîşan kir ku ew dosyeyên hiqûqî û yên mafên mirovan ên taybet bi birîndar û girtiyan amade dikin.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê 6ê vê mehê, êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kir ku Kurd lê dijîn.

Ji ber êrişê bi dehan kesan canê xwe ji dest da û birîndar bûn, bi hezaran kes jî koçber bûn.

 

Rudaw

Top