• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Barzanî re Kurdistaniyan re: Divê rêz li penaber û welatiyên ereb ên Sûriyê yên ku hewara xwe bi Kurdistanê anîne û li vir dijîn bê girtin

Gulan Media January 13, 2026 Nûçe
Serok Barzanî re Kurdistaniyan re: Divê rêz li penaber û welatiyên ereb ên Sûriyê yên ku hewara xwe bi Kurdistanê anîne û li vir dijîn bê girtin

Serok Barzanî di bersiva êrîşa komên hikûmeta demkî ya Sûriyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan ên li Helebê de peyamek ji bo Kurdistaniyan belav kiriye û ragehand: “Divê rêz li penaber û welatiyên ereb ên Sûriyê yên ku li Herêma Kurdistanê penaber bûne bê girtin.”

Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Di rengvedana li hember bûyerên çend rojên borî yên bajarê Helebê de, mixabin li hin malperên medyayî, medyaya civakî û navendên din kampanyayek li dijî welatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn tê dîtin.

Kampanya û reftarên bi vî rengî ne rewa ne û bi tu rengan bi bingeh û nirxên gelê Kurdistanê re naguncin û li dijî siyaset û nêrîna giştî ya dezgehên Herêma Kurdistanê ne.

Bi rastî, nabe berpirsiyariya kirina tawanan ji hêla xelkekî ve li ser xelkekê din bê hesabkirin ku tu têkiliya wan bi wan tawanan re nebûye.

Divê rêz li wan penaber û welatiyên Ereb ên Sûriyeyî bê girtin ên ku penaya xwe aniye ber Herêma Kurdistanê û li vê derê dijîn û divê ev kampanyaya nerewa bê bidawîanîn û aliyên peywendîdar rêyê li dubarebûna reftarên wesa bigirin.

 Mesûd Barzanî

12ê Çileya 2026ê

 

 

 

 

Top