• Sunday, 08 February 2026
logo

Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin desteserkirin

Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin desteserkirin
Herdu parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullari ku îro parlamenteriya wan hatibû hilweşandin, hatin desteserkirin.

Serdogeriya Komarî ya Amedê, derbarê Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê HDPê yê Amedê Musa Farisoglullari de ku parlamenteriya wan hate hilweşandin biryara girtinê wan derxist.

Parlementerê HDPê yê Amedê Musa Farisogullari li Qereqola Pirinçlikê ya li ser rêya Amed-Rihayê ye hat desteserkin.

Berî ku Musa Farisogullari bibin Navenda Ewlekariya Amedê, ew bo pişkinîna tendirustî birin nexweşxaneya leşkerî.

Hevseroka KCDê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven jî li mala xwe ya Amedê hate desteserkirin.

Rudaw
Top